onsdag 9 juli 2008

Rojeka min li Amedê
















Li Amedê em her roj dema ku serê sibê şîyar dibin, taştêya xwe dixwin, rojnameyê dixwînin û pişt re jî berê xwe didin kuçe û kolanên Amedê. Amed bajarekî dîrokî yê navanda çand, huner, siyaseta kurdan e. Bi ser de jî di dilê yên wek min ku xortaniya xwe li vir derbas kiriye de cihê Amedê cihê ye. Ji ber ku evîna min ya pêşî li Amedê bû, zaroka min a pêşî li Amedê çêbû, çalakîya min ya siyasî ya pêşî li Amedê bû û Amed di jîyana min de destpêka gelek tiştên din e. Loma ez jê têr nabim.



Îro jî me berê xwe da alîyê nav Bedenê, bi taybetî aliyê Şaredarîya kewn. Me dê saet 11.00 de li navenda DTP (Partîya Civaka Demokratîk) ya Navçeya Sûrê şaredarê Sûrê birêz Abdullah Demîrbaş bidîta. Em çûn rêveberîya Zabita. Li wir yekî em hildan û birin ba Demîrbaş. Em di kolana di navbera Ulu Camî û Şaredarîya kevn re, di ber “qehwexaneya kewan” re û di nav dengê zebeş û petêxfiraoşan re ber bi cihê ku Demîrbaş lê dimîne ve meşîyan. Ku mirov li der dora xwe mêze dike her kuçek bi serê xwe dîrokek e. Berî ku ez herim Swêdê, ez heft salan li Amedê jîyam lê min ew kuçe qet nedîtîbûn.


Em bi awayekî germ ji aliyê birêz Abdulla Demîrbaş ve hatin pêşwazîkirin. Me li ser pirsên zimanê kurdî sohbetek kûr kir. Wî pirtûka nû ya rêzepirtûkên “Serê şevê çîrokek” dîyarîya me kir. Me jî pirtûka xwe ya nû “Destpêka Zimanê Me” dîyarîya wî kir.


Xana Hesen Paşa
Piştî ku em li ba birêz Demîrbaş bi qasî saetekê man, me berê xwe da Xana Hesen Paşa. Ev xana dîrokî ji aliyê Şaredarîyê ve ji nû ve hatiye restorekirin. Li wir em li tebaxa binî li qehwexaneyê rûniştin. Ji her cûre tebaxeyên civakî kes hebûn di qehwexaneyê de; jin û mêrên “bajarî”, “nîvbajarî”, ciwan (gênc) pîr, zarok û hwd. Lê piranî keç û kurên ciwan bûn.

Dema ku min li derdora xwe mêze kir, hîsên min ez birim demên berê, demên kûrahîya dîrokê û jîyana civakî ya wan deman ya gelê min. Hemû dikandarên li wê derê, çiqes tiştên kewn, ku hema hema hemû bi destan hatine çêkirinê, berhev kirine û pê dikanên xwe xemilandine. Piştî ku me qehweya xwe vexwar, min ji Haydar re got, “ez dixwezim piçekî li van dikanan bigerim.”
Min ji dikana nêzikî me dest pê kir û ez ji dikanekê çûm ya din. Ku pêkan bûya, min ê ev hemû tişt bikirîna û di muzexaneyekê de biparastana. Ji hewana bigire heta xişrên jinan ên kevn, merş û geltên kewn hema mirov çi bixweze heye.


Ji bo ku tu bi kurdî dipêyivî, 30 lîreyan bide bes e
Ez li ber dikaneke biçûk, dema ku mirov dikeve xanê li aliyê rastê dikana yekemîn, sekinîm. Bazinên gelekî kewn ên bi destan çêkirî bala min kişandin. Ez ketim hundirê dikanê û min xwest ku ez li bazinan binêrim. Min ji xwedîyê dikanê pirsî, ka ew dikare bazinên ku di wîtrînê de ne derxe ku ez lê binêrim. Hema got:- Ser çavan, çawa nikarim.Hemû bi carekê de derxistin û danîn ser maseyekê û got:- A ji te re hema li gor dilê xwe lê binêre.Pişt ku min yek eciband, min xwest ku ez bizanim ka bi çî ye. Hema got:- Abla (xwîşk) 50 lîra ye, lê ji bo ku tu bi kurdî dipêyivî, 30 lîreyan bide bes e. Çi dibe, bila xêra te be, bi tirkî mepêyve. Ku tu çûyî kî derê bi kurdî bipêyve.Min jî got:- Ji xwe ez li her derê û bi hemûyan re bi kurdî dipêyivim.Û derdên mêrik li hev ketin û gotina xwe domand:- Berê gundîyên me bilinçli (zana) bûn bi zimanê xwe dipêyivîn, niha wan jî dest pê kirî ye êdî bi tirkî dipêyivin.- Birayekî min deh sal in ku di girtîgehê de ye. Wexta ku xanima wî û zarokên wî diçin wî dibînin bi wî re bi tirkî dipêyivin. Û ew ji vê yekê gelekî eciz dibe û dibêje:- Va ye 10 sal in ku ez di girtîgehê de me, bo çi? Hûn çima bi tirkî dipêyivin?Û gelek gazincin din kirin.Pişt re jî got:- Abla (xwîşkê)! Ji van dikandaran re nebêje ku te bi vê fîyetê kirîye ha!. Ji ber ku paşê tên bi mirov re şer dikin, dibên mirov zirarê dide hev. Bila haya te ji te hebe, wexta ku tu tiştên kewn dikirî diqet bike ku te nexapînin. Ji ber ku ew, van tiştên kewn hemûyan diçin li gundan gelekî bi erzanî (bi kîlok şekir, bi çend qalib sabûn) dikirin û tînin li vir mala xelkê dişewitînin.Min got:- Spas ji bo hişyarkirina te.





Bi rastî jî tişt li ba wî erzan bûn. Tiştê ku wî bi 50 lîrayan difirot ên din bi 75-100 lîrayan difirot. Min spasî wî kir, Haydar jî hat ba min û me meşa xwe ya di nav xanê de berdewam kir.

KA-MER û kurdî
Em pêrgî seroka KA-MERê Nebahat Akkoç hatin. Bi çend jinan re rûniştibû û sohbet dikir. Kesên ku li ba wê bûn ez nizanim kî bûn, lê sohbeta wan bi tirkî bû tabî. Wek ku em bi her kesê ku li Amedê ye re dipeyivin, em bi wê re jî bi kurdî peyivîn. Lê ew bi israr bi me re tirkî dipeyivî. Ez dizanim ew bi kurdî dizanane. Ji ber ku berê jî ez çend caran bi Nebahatê re bi kurdî peyivîme.
Li Xana Hesen Paşa li qata binî KA-MER him qehwexaneyêke û him jî aşxaneyêke dixebitîne. Min dîqet kir, kesên ku li wir dixebitin bi piranî bi tirkî dipêyivin. Ku kesên wek me “eksotîk” tên û bi israr bi kurdî dipêyivin, ez bawer dikim ew jî ji mecbûrîyetê bi kurdî dipêyivîn.

Nîyeta me ew bû ku em li Xana Hesen Paşa li aşxaneya KA-MERê firavînê jî bixwin. Lê dema ku min dît, Nebahat Akkoç jî tê de hemû xebatkar bi tirkî dipeyivîn, me biryara xwe da ku em herin cihekî ku bi kurdî dipeyivin û me wisa jî kir. Em bi van ramanan ji Xana Hesen Paşa derketin.

Ez fêm nakim; ji bo ku kurd ziman û nasnameya xwe ji bîr bikin, ewqas tehde, zilm îşkence bi wan dikin lê dîsa jî ciddîyeta parastina zimanê xwe fêm nakin. Gelo eceb di cîhanê de neteweyekû din heye ku li hember zimanê xwe ewqas xemsar e û ji zimanê neyarên xwe hez dike?
Ev her du mînek û çend bûyerên din ku ez di nav çend rojan de jîyam nîşan didin ku li vî bajarî “xelkê bajarî”, bi taybetî jî “jinên bajarî” bi tirkî dipêyivin. Dema ku mirov kesên wek me yên ku bi kurdî dipêyivin dibînin, him şaşmayî dibin û him jî kêfxweş dibin.

Piştî çend saetan em vegerîyan mala xwe. Me hinekî bêhna xwe girt şunde îcar me berê xwe da ber bi Ofîsê... Di nivîsa bê de ez ê hewl bidim ku behsa taxa Ofîsê bikim.

08-06-2008
Sabîha Otlu

Inga kommentarer: