tisdag 12 augusti 2008

Jinên kurd ên bajarî û asîmîlasyon

Çend sal berê em bi grubek şagirdên kurd ku li Swêdê beşdarê perwerdeya zimanê kurdî dibin re çûn Amedê. Me li gelek cihan û bi gelek kesan re serdan pêk anîn. Yek ji wan jî şaredarê Amedê Osman Baydemîr bû. Birêz Baydemir berî ku dest bi peyivandina xwe bike, got “îmkanên me yên ku em kurdî bixwînin û binivîsin nebûn. Kurdîya ku ez niha bi we re dipêyivim ez ji dayika xwe fêr bûme. Dibe ku kurdîya min ewqas ne baş be.” Lê ew bi kurdîyeke gelek baş bi qasî saetekê bi me re peyîvî. Min di dilê xwe de got “wele diya te mamosteke baş bûye.” Lê çi heyf ku hinek jinên me yên “bajarî” îro vê erka pîroz bi cih nînin. Tiştê herî balkêş jî ne hemû lê gelek ji wan kurdî baş dizanin. Ez di vê nivîsê de dixwezim behsa vê birînê bikim.

Xuyaye, ku em dayik hewl bidin dê zarokên me kurdî fêr bibin. Ji ber ku di şertên welatê me de pêşdibistan mal in û mamosteyên pêşîn jî dayik in. Zarok, bingeha ziman berî ku dest bi dibistanê bikin digirin. Li gor hin lêkolînan bingeha zimanê zarokan di pênc salên pêşî de tê avêtin.

Weke Gunilla Ladberg* dibêje, bi rasti jî wexta ku mirov hêrs dibe an jî kêfxweş dibe, mirov dest bi peyivîna bi zimanê xwe yê zikmakî dike. Ji ber ku mirov hîsên xwe herî baştir bi zimanê xwe yê dayikê ango zimanê zikmakî tîne ziman.

Heta niha dewletên serdest bi hemu îmkanên xwe hewl dane û hêjî hewl didin ku kurdan li holê rakin. Lê êdî wan jî fêm kirîye ku ew kar bes bi darê zorê nabe. Li gel zordarîyê dest bi asîmîlasyona kurdan jî kirin. Kurd jî bi sedan sal in ku ji bo ku zimanê xwe û çanda xwe ango xwe biparêzin li ber xwe didin û bedelê didin. Wexta ku mirov hazir be ji bo zimanê xwe bimire, divê êdî mirov fêm bike ku pêşeroja hebûna mirov girêdayi zindîbûna zimanê mirov e.

Gotineke pêşîyan ya Galleran dibêje: ”Miletekî bê ziman weke mirovekî bê dil e”. Çawa ku mirovek bê dil nikare bijî, miletek jî nikare bê ziman bijî. Ku em kurd jî dixwezin wek miletek bimînin û bijîn divê em rojek berê li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber ku mirov bi zimanê xwe difikire, çanda xwe hîn dibe, bi gelê xwe re peywendîyan datîne û fikir û ramanên xwe tîne ziman. Ku mirov di dewsa zimanê xwe de zimanekî din bi kar bîne dê mirov ji van hemu tiştan bêpar bimîne. Her weha ku mirov bixweze weke kurd bijî divê mirov zimanê xwe fêr bibe û biparize. Ji ber ku ziman û kesayetî weke gilokekê bi hev ve hatine hûnandin.

Wek ku min li jorê jî got, vê dewletê bi hemû hezên xwe hewl daye û hê jî dide ku me li holê rake. Çanda me, zimanê me qedexe kiri ye. Li hemû cihên fermî peyivandina kurdî qedexe kiriye. Divê em kurd jî, û bêtir jî dayikên kurd, li malê peyivandina tirkî qedexe bikin. Ku wusa nebe pêşeroja zimanê me pir ronî xuya nabe.

Ez dibêjim dayik, ji ber ku îro mixabin di civaka kurd de hîn jî yên ku bêtir bi zarokan re mijûl in dayik in. Ez ji bo wê dibêjim dayikên kurd wek pêşdibistanan in. Banga min li dayikên kurd, bêtir jî yên bajarî û yên xwendî ew e ku bi îstîkrar bi zarokên xwe re bi kurdî bipêyvin. Ji xwe me heta niha zimanê xwe xêra serê dayikên ku nexandine û li gundan dijîn parastîye. Tê bîra min, wexta ku ez zarok bûm, li mala me bê kurdî tu zimanekî din nedihat peyivandin ji ber ku diya min bi tirkî nedizanî. Li gundê me dayikên ku bi tirkî dizanibûn gelek kêm bûn. Tirkîya wan jî ji tirkîyeke “gel-gîtê” ve bi sînor bû. Wê demê televîzyon jî tunebû. zimanê ku li derdora me dihat peyivandin bes kurdî bû, lê li dibistanê me tirkî dibîhîst. Lê îro rewş gelek hatiye guhertin. Êdî bêyî dibistanan jî zarok li her derê ango li ber televîzyonê, li kompîtorê tirkî dibîhîze, dixwîne û dinivîse. Ku em dayik jî bi wan re bi kurdî nepêyvin, ev tê wê wateyê ku em ji aliyê kurdeyatiyê de zarokên xwe wenda dikin. Wendabûna zarokên me windabûna pêşeroja me kurda ye.

Kurdî li welatê me xedexe ye. Bi vê qedexeyê wusa bûye ku bes yên ku li gund dijîn û xelkê ku li hinek taxên hinek bajaran dijîn bi hev re û bi zarokên xwe re bi kurdî dipêyivin. Ango kurdî bûye “zimanê gundîyan. Ku jinên “bajarî” û ronakbîr bi zarokên xwe re, li dikanan, li komelan û di nav rêxistinan de bi kurdî nepêyvin her ku biçe dê rûmeta kurdî xirabtir bibe. Ez havîne li Amedê li her derê bi kurdî dipeyivîm. Rojekê li dikanêkê min tiştek ji keçeke xort ku li wir kar dikir pirsî. Keçik şaş ma û bi carekê de bi tirkî got: “Ne, ne söyledin?” (çi, te çi got?). Min jî dîsa bi kurdî ji wê pirsî: “Ma tu bi kurdî nizanî?” Got, “belê ez dizanim” û pişt wê bi min re bi kurdî peyivî. Heta ku min karê xwe li wir qedand jî bi kêfxweşî alîkarîya min kir û em bi hev re bi kurdî peyivîn. Ya ku min ji keçikê fêm kir, wê ji jineke wek min bi cilên “bajarî” nedipa ku kurdî bibihîze, dibe ku heta wê rojê nebihîstibe jî. Ji ber ku vê dewletê kurdî di mêjiyê gelekan de weke zimanê gundîyan bi cih kiri ye. Mixabin gelek jinên me yên “bajarî” û ronakbîr jî di praktîkê de xizmeta vê polîtîkayê dikin.

Ku mirov ji xwe re bike kar û rojekê li taxên Amedê bigere, mirov dê bibîne ku li hinek taxan zimanê rojene kurdî ye û li hinekan jî tirkî ye. Wek mînek ku mirov li taxa Baxlerê û Ofîsê bigere dê mirov bibîne kû li taxa Baxlerê kurdî û li taxa Ofîsê tirkî serdest ango domînant e. Ji ber ku li taxa Baxlerê bêtir xelkê “sade” dijî. Ma gelo kurdî parastin bes peywira xelkê “sade” ye? Ez mereq dikim, gelo jinên kurd ên ku xwe “bajarî” dihesibînin û bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin, ji xwe re kîjan hacetan dibînin?

Sabîha Otlu
11-08-2008
* Ladberg, Gunilla, Zarokên pir zimanî, Liber, 1996

Inga kommentarer: