tisdag 24 juni 2008

Kurdî û "qeşmerî"

Îro sê roj in ku ez li Amedê me. Li Amedê li gel gelek tiştên din taştêya bi nanê germ, zebeş, penîrê Amedê, û xwendina rojnameya xwerû bi kurdî “Azadiya Welat” kêfeka cûda dide mirov. Ez bi xwe ji Amedê nînim, lê wexta ku ez têm welêt ku ez neyêm Amedê weke ku ez li welatekî din bim.

Min duh pişt taştê dîsa bi kêfxweşî li Amedê Azadîya Welat û rojnemeya Taraf xwend. Lê nivîseke ku di Azadîya Welat de Mizgîn Bîngol li ser sê keçên xort ku weke grûbekê, muzîka xwe bi kurdî çêdikin nivisîbû ez xemgîn kirim û min xwe mecbûr hîs kir ku ez vê nivîsê binivîsim. Ez nivîsên birêz Bîngolê carina dixwînim, ew miroveke ke ku bi rastî bi hemû hestên xwe kurd e, hewl dide ku ji bo kurdî û kurdîtîyê çi ji destê wê tê bike. Lê zimanê rexneyên birêz Bîngol yê di wê nîvîsa ku ez behs dikim de gelek tûj e û tijî biçûkxistina kesayetiya mirovan e. Sê keçên kurd, ku li gor Mizgînê kurdîya wan “ne baş e” bi “qeşmerî” tên îthamkirin. Bi rastî min rexneyên weha ji Mizgînê nedipan. Min rexneyên pirtir avaker dipan. Divê mirov rexneyên xwe bi awayekî bike ku xortên kurd teşwîkî kurdîfêrbûnê bike, ne ku jê dûr bixe.

Divê em kurd êdî baş bizanibin, ku sîyasetmedar, dezgehên kurdan, ronakbîr û hemû takekes bi îstîkrar xwedî li zimanê xwe dernekevin dê kurdîpeyîvîn bi rûmet nebe. Ji ber ku welatê me hîn bindest e, bi awayekî fermî xwendin û nivîsandina zimanê me qedexe ye. Kurdîzanîn di fermîyetê de ne bi rûmet e. Ev hoyên ku îro kurd tê de hesasiyeta parastina kurdî li ba kurdan sar kiriye. Loma her ku diçe, gund jî tê de, di nav kurdan de axaftina kurdî kêm dibe.

Dezgehên kurdan û sîyasetmedarên kurd divê rojek berê defretên ji bo kurdîfêrbûnê, kurdî xwendin û nivîsandinê peyda bikin. Em kurd jî divê li her derê bi kurdî bipeyvin û bi kurdan re bi kurdî bijîn. Ev kar bes bi gotinan çênabe. Ji bo kurdên dervayî welêt li hinek welatên ewropî defretên gelek baş ji bo xwendin û nivîsandina kurdî hene. Divê em kurd vê firsetê baş bi kar bînin. Li welatên ku ev defret tune ne jî divê em bi îmkanên xwe defretên weha peyda bikin.
Çi li welêt çi jî li dervayî welêt, helbet divê em kurd bi zarokên xwe re bi kurî bipeyvin. Sê roj berê, dema ku em ji Swêdê dihatin Amedê, li Balafirgeha Stenbolê em rastî hevalekî xwe yê berê ku li Swêdê dijî hatin. Ji bo kontrolê em ketin dorê, ez nêzikî wî hevalî û malbat wî bûm. Min guhdarî kir ku zarok bi hev re û bi diya xwe re bi tirkî dipêyivin. Zarokekî wan ji bavê xwe bi tirkî tiştek pirsî. Bavê bi kurdî bersîv da. Lê xuyabû ku kurik bi kurdî baş nizanibû û bersîva bavê xwe bi tirkî da. Dibe ke diya wan tirk be, ez nizanim. Lê ku nebe bi rastî jî şerm e ku mirov kurd be, li Swêd di nav îmkanên kurdîhînbûnê de bijî û bi zarokên xwe re bi tirkî bipeyve. Ango li mala xwe bi tirkî bijî. Ku dê tirk be jî divê bav bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyve. Ne gelek, lê hinek kurd hene ku dema peyv tê ser welatparêzî û siyasetê dorê nadin kesî, lê bi heval û zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin.

Li welêt divê berî her kesî kurdên ronekbîr rojek berê dest pê bikin bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyvin. Dewleta tirk li mal peyîvandina zimanê me nikare qedexe bike. Divê ronakbîr, sîyasetmedar û dezgehên kurd rojek berê biryara xwe bidin ka gelo ew dixwazin wek kurd bijîn an na. Bi ya min, bi tirkî sîyasetakirina ji bo kurdan şaş e. Ku kurd di rewşeke wuha de bin, sê keçên kurd yên xort ku bi dengê xwe yê delal reng didin muzîka kurdî bi “qeşmerî”kirinê ve bên îtham kirin bê însafî ye. Mirov dikare rexne lê bigire, lê tu heqê kesî nîne ku sê hunermendin ku bi hunera xwe xizmeta kurdî dikin bi “qeşmerî”kirinê ve îtham bike. Ku her sê keçan bi tirkî hunera xwe bikirana dê baştir bûya? Bawer nakim. Ji xwe yên ku weha dikin bi hezaran in. Pirtirkirina hejmara wan li berjewendiyên kê ye?

Bîngol dibejêke, “bawer nakim ku li tu derê cîhanê hunermendek li welatê xwe bi zimanê xwe strana bistirê, lê bêje ez bi zimanê xwe nizanim.” Ma gelo Bîngol nizane ku di dinyayê de gelên ku di rewşa kurdan de ne nînin. Her weha Mizgîn dibêje, Meral Tekçî strana Sarya dirêj dike her dike. Gelo rojekê xwe ji xwe pirsîye ku ka Sarya ji bo kîjan nirxan şehîd ketîye?” Ma gelo Bîngol nizane ku bi hezaran xortên kurd ku şehîd ketine bi kurdî nedizanîn. Dê Bîngol ji bo wan çi bibêje...

Min jî li wê bernameyê temaşe kir. Sê keçên kurd bi dengê xwe yê bedew bername xemilandin. Yek ji wan baş bi kurdî dipeyîvî, yên din jî xwe îdare dikir. Helbet dil dixwest ku ew herduyên din jî bastir bi kurdî bipeyivîna, lê divê mirov rewşa welatê me û rewşa ku ew tê de dijîn bide ber çav û bipeyve. Ku dê û bavên wan bi wan re bi kurdî nepêyivîne sûcê wan çi ye?. Bi ya min, bi kurdîya xelkê tinazêxwekirin ne karê ronakbîran e. Helwestên weha mirovan ji bo peyivîna kurdî dikin tirsonek.

Keçên ku di koma Aheng de cih digirin muzîka xwe bi kurdî çêdikin û du heb ji wan hewl didin ku bastir kurdî jî fêr bibin. Li gorî psîkolojîya mirovan, ku kesek bi zimanê mirovekî/kê tinazê xwe bike, ew mirov cesaret nake ku carek din bi wî zimanî bipeyve. Ez vê yekê ji serpêhatîyên xwe yên mamostetîyê yên bi salan dizanim. Ew rastî ji bo kurdî jî derbas dibe. Loma, li gor min, awayê ku birêz Bîngol li ser kurdîya van her sê hunermandên kurd yên jin nivîsîye ne di cih de ye. Diviyabû ku Bîngol di dewsa ku bi kurdîya wana tinazê xwe bikira û êrîşê kesayetiya wan bikira, baştir bû ku ew teşwîkî hînbûna kurdî bikirana. Bi kurdîya wan tinazkirin cesareta wan ya kurdîfêrbûnê xirab dike. Tiştekî weha ne feydê dide kurdan ne jî kurdîtîyê. Ez bawer im, ku em li welêt bijîyana, di wateya xwendin û nivîsînê de, dê ne kurdîya min ne jî ya birêz Bîngol wek ya îro bûya.

Ku mirov kesên ku kurdîya wan qels e bi “qeşmerî” îtham bike, kurdên derveyî vê komikê dê pir hindik bimînin! Bi ya min ku mirov mecbûr be hinekan bi qesmerî îtham bike, divê ew ne kurd bin, ên ku zimanê me qedexe kirine bin.

Bi hêvîya ku em kurd bikaribin bi rexneyên erênî hevûdu serwext bikin, da ku em bi zimanê xwe bi hev re bijîn.

1 kommentar:

Unknown sa...

ew jinek bu xwe qesmer e.em dizanin ku ci bozbilinde.ew kiye ku dikari van ciwana picuk bixi..