Dibistana me di 12 heziranê qedîya û piştî hefteyekê em ê biçûna Amedê.
Ez û Haydar di 20ê hezarînê de ji Stockholmê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Lê divê em li Stanbolê çend saetan li benda balafira Amedê bimina. Loma be çanteyên xwe “çekîn” kirin û em bi metroyê çûn Aksayê. Li wir me heval û dostên xwe dîtin, em biçekî gerîyan û dîsa bi metroyê vegeriyan balafirgeha Stenbolê û saet di 19.15 de em ber bi Amedê firiyan.
Pişt saetek û nîv em li Amedê bûn. Me tiştên xwe girtin û em rabûn ser pê, lê derîyê balafirê girtîbû. Em piçekî li ser pêyan sekînin, dengekî “Haydar Hoca” hat guhê me. Wexta ku min berê xwe ber bi alîyê deng kir zilamekî li derdora 40 salî bi rûyekî ken li Haydar mêze dikir. Ji Haydar pirsî ka gelo Haydar ew nas kir an na, lê wusa xuya bû ew nehat bîra Haydar heta ku navê xwe negot. Dema ku çavên wî li min ketin, silav da min ketin û got, min tu nas kirî. Lê ew qet nehat bira min. Navê xwe got, navê wî jî tiçtek nanî bîra min. Û wê demê şagirdekî ku min di sala 1992ê de, dema ku ez li Enqerê dizivirim Amedê dîtibû, anî bîra min.
Di îlona 1980ê de li Tirkîyê cûnta hat ser hikûm. Gelek kes hatin binçavkirin, îşkence bi wan hat kirin û gelek kes jî hatin windakirin. Min û 10 hevalên din me bi hev re komeleka jinan (DDKAD) ava kiribû û me di nav du salan de gelek çalakî li darxistibûn. Ji bo wê doz li me hatibû vekirin. Piştî demeka gelek bi êş û keder ez di tebaxa 1982an de mecbûr mam ku ji welatê xwe derkevim.Bi şiklekî gelek dijwar û bi zarokên biçûk me sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê derbaz kir. Pişt demekê em derbazî Swêd bûn û di sala 1986ê de 8 sal cezayê hefsê dan min û hevalên jin yên din.
Ji ber hindê min neh salan nikarîbû ku ez werim welêt. Hetta sala 1990î, dema ku bavê min çû rahma xwedê min nikarîbû ku ez werim veşartina wî. Wexta ku di sala 1992ê de ez bi herdu kurên xwe re hatim welêt, ez li Balafirgeha Stenbolê hatim girtin. Ez çar rojan di nezareta polîs de mam. Piştî çar rojan ez berdam, ji ber ku ji doza ku ceza dabûn min, min berat kiribû. Ez berdam, lê diviyabû belgeya beratê biçûna Enqerê Merkeza Emniyeta Tirkiyê û navê min ji kompitorê bihata derxistin..Piştî heftêkê ku ez li welêt mam, min berê xwe da Enqerê û min ev pirsa hel kir û dîsa ber bi welêt bi otobûsê bi rê ketim. Piştî demekê min dît ku xortekî li derdora 25 salî li min dinehêrî. Berê min got qey ez dikevim şikê, min berê xwe da alîyê din, lê min di bin çavan re carina li wî xortî dinehêrî. Her carê min didît ku wî çavên xwe tût kirine û li min mêze dike. Qeneta ku ew xort dikare polîsê siwîl be di hişên min de peyda bû û ez tirsîyam.
Piştî du saetan min dît ku ew xort hat li ber kursîya min sekîni û pirsî: “ Tu Sabiha Otlu” yî. Min di dilê xwe de got “tiştê ku ez fikirîm û jê ditirsiyam rast e û niha tê serê min. Hebe nebe ev polîs e. “Çi dibe bila bibe, ma ez ê navê xwe jî venaşêrim”, min xwe bi xwe got û bersîva wî da: belê ez “Sabiha Otlu” me. Hin min dipa ku kelepçeyê li destên min bixe, got “ez li Lîseya Ziya Gokalpê şagirdê te bûm. Dibe ku ez neyêm bîra te, lê min mamosta xwe ya hêja ji bîr nekiriye”. Min nefeseke rehet girt û bi wî xortî re ketim sohbeteka demên ku ez li Amedê li Lîseya “Ziya Gêkalpê” mamoste bûm.
Belê, ez piştî 16 salan rastê şagirdekî xwe yê din hatim. Lê rasthatina vê carê bê tirs bû. Her du caran jî şagirdên min nehatin bîra min. Ji ber ku wê demê ew zarok bûn û ew hatibûn guhertin.
Prenumerera på:
Kommentarer till inlägget (Atom)
2 kommentarer:
qesmer bu xwe ev jineke boz bilinde.
Spas mamoste te geleki xwes nirxandi ye.Ez ji hewil didim nivisandina xwe pes bixim.le mixabin, wek ku te ji got hinek mirov we sewqe ji me dirin.Bila ew canika li welet bi jiyana min we deme je re hin gotine xwes digot.Ev, welatek ku wek Swede diji u her derfet amadeye ji bo mirova.Demek direj me ne dikaribu li kolanan bi peyvin.Ez dizanim ku Meral cawa hewil dide ku feri kurdi bibe.neheqiqe pir mezine li me dikin.Em QESMER ninin ye ku wi ji me re dibejin QESMERIN.U Bi komleksin.dem bas.
Skicka en kommentar