Sabiha Otlu
Ez ê di vê nivîsê de hewl bidim ku wêneyekî jinên kurd ê dayiya salên 70yî bikêşim û di wî wêneyî de behsa hewildanên ji bo rêxistinekê, DDKADê bikim. Wê demê ez û neh hevalên jin, em carinan dihatin ba hev û me li ser rewşa jinên kurd niqaş dikir. Aliyê me yê hevbeş ew bû ku em hemû jin, kurd û xwenda bûn. Ji me hinekan zanîngeh xilaskiribû, hinek hîn xwendekarên zanîngehê bûn û hinan jî lîse xilas kiribû û karmend bûn. Em hemû jî ji rewşa jinên kurd nerehet bûn.
Gelo wê demê rewşa jinên kurd çawan bû?
Wê demê, di nav jinên xwende de yên ku kurdî zanibûn û di pratîkê de kurdî bi kar dianîn gelek kêm bûn. Di nav siyaseta aktîf û di rêveberîya partî û grûbên kurd ên siyasî ên wê demê de hema hema jin tune bûn. Patriarkalîzm di civaka kurd de serdest bû. Di nav hemû tebaqe û çînên civakê de mêran li ser jinan biryar dida. Jin di her warî de li ser pêşeroja xwe ne xwedî bandor û ne jî xwedî biryar bûn. Ya bav û birayên wan, ya mêrê wan ya jî eşîr, gund û taxê li ser wan biryar dida.
Piraniya jinan li malê bûn û bi karê malê û xizmeta zarok û mêrên xwe ve mijûl bûn. Ên ku kar dikirin jî ne xwedî îmkanên pêwîst bûn ku bikaribin bi aramî karê xwe bikin. Wek nimûne; dema ku zarok dianîn, piştî meh û nîvê mecbûr bûn ku herin ser karê xwe. Cihê ku zarokên xwe lê bihiştana tune bû. Bifikirin, ku tu zarokê/a şeş hefteyî ya berşîr li malê bihêlî û biçî kar! Dê çi ji wî karê ku tu di bin wê stresê de bikî derkeve? Wê demê li seranserê Amedê bes du zarokxane (kirêş) hebûn. Ew jî ji bo karmend û karkeran gelek biha bûn. Vê rewşê jinên karker û karmend mecbûr dikirin ku karê xwe li cih bihêlin.
Hejmara keçên ku dixwendin gelek kêm bû. Di asta lîseyê û zanîngehê de ev hejmara keçên xwendevan kêmtir bû. Dema ku min di Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê de dixwend, di her polê de ya 3-4 keç hebûn, ya tune bûn, ên din kur bûn. Dema ku min di sala 1977ê de perwerdeya xwe ya mamostetiyê qedand, min li Amedê li Lîseya Ziya Gokalp (ZGL) dest bi mamostetiyê kir. Wê demê li ZGLê jî di her polê de bes 7-8 keç hebûn.
Rewşa jin û keçên li gundan û bajarokan hîn xerabtir bû. Tu mafekî wan ê xwezayî tune bû. Kurdî ji xwe wek îro qedexe bû, lê hejmara yên ku diçûn dibistanên dewletê jî pir kêm bû. Gund hebûn ku keçek jî nedişand dibistanê. Hem jinan bi xwe hem jî civakê ev rewş wek qedera jinan didît. Hêvîya keç û jinan ên ji bo pêşerojeke azad gelek qels bûn.
Di hemû şaxên hunerê de jî cihê jinên kurd gelek bi sînor bû. Civakê ev qad bes layiqî mêran ya jî jinên ji miletên din didît. Exlaqê feodalîzmê ji serî heta lingan jin xistibûn nav qeyd û bendan.
Wê demê her cûreyê feminîzmê wek dijminatîya mêran dihat dîtin. Bi ya min mêrên berhemên civaka patriarkal, ji bo ku serdestiya xwe ya li ser jinan bidomînin, di vî warî de propaganda jî dikirin.
Helbet ev pirs hemû girêdayî rewşa welatê me bûn jî. Civaka me di her warî de hatibû paş de hiştin, lê êşa mezin a vê paşdehiştinê jinên me dikişand. Loma, me ji alîyekî ve dixwest jinên me ji bo mafên xwe yên demokratîk ên jintiyê û ji alîyê din ve jî ji bo têkoşîna azadiya welatê me bên rêxistinkirin û xebatê bikin. Me li ser vê esasê dest bi amadekariya avakirina komelekê kir.
Avakirina DDKADê
Me di 29ê çileyê pêşîn a sala 1977ê de, bi navê ”Komela Jinên Demokrat-DDKAD” Li Amedê komelek ava kir.(1) Ji ber hin zordarîyên dewletê, damezrandina komelê hinekî dereng ma.
Ji bo ku jinên me, bi awayekî xurt di têkoşîna demokratîk de cihê xwe bigirin divêyabû ji bin bandora asîmîlasyonê derketana. Loma jî komelê bi şîyara li dijî asîmîlasyonê hînbûn û hînkirina zimanê kurdî dest bi xebata xwe kir. Me ji bo pêşveçûna ziman û çandê komîte ava kirin û di komelê de kursên kurdî hatin vekirin.(2)
DDKADê di demeke kin de di nav jinên Kurdistana bakur de deng da. Li Amedê şaxeka (şûbe) DDKADê vebû. Di nav çend mehan de hêjmara jinên endam ên şaxa Amedê gîhaşt 150î. Û me dest bi xebata vekirina şaxên DDKADê yên li bajarên din kir. Ji bo vê xebatê me komîte ava kirin. Di nav salekê de li gelek bajarên Kurdistanê komîte û şaxên DDKADê vebûn.
Çend xal ji bernameya me ya xebatê:
• Kampanya li dijî pişaftinê (asîmîlasyon)
• Ji bo perwerdeya zimanê zikmakî xebat
• Li dijî zilm û zordarîya li ser jinan xebat
• Li dijî ferqa mehenîya (meeş) jin û mêran xebat
• Daxwaza mafê zarokxanê ji bo zarokên jinên ku kar dikirin
• Semîner li ser pirsên jinan, bi taybetî li ser pirsên jinên kurd
• Ji bo jinên nexwandî vekirina dersên xwendin û nivîsandinê
• Ji bo zarok û jinan kursên stran û govenda kurdî(3)
• Û hwd.
Em bi awakî girseyî li gor şertên wê demê bi diruşmeyên ”em perwerdeya zimanê xwe dixwezin”, ”dayikino, bi zarokên xwe re bi kurdî bipêyvin” tevlî gelek çalakîyan bûn. Lê mixabin, em jî wek hin rêxistinên me yên niha, wê demê, ne bi zarokên xwe re ne jî bi hev re bi kurdî dipeyivin! Min pêştî ku zaroka min a pêşî bû şeş salî cidîyeta vê pirsê fêm kir û bi zarokên xwe re dest bi axaftina bi kurdî kir. Bi saya vê helwesta radîkal û bi îstîkrar îro zarokên min di dereceya baş de kurdî dizanin.
Li Amedê cara pêşî 8ê adarê û heşt sal ceza
Me cara pêşî, li Amedê, di 10ê adara 1979ê de, di salona TOB-DERê de, bi 400 jinan 8ê adarê roja jinan a navneteweyî pîroz kir. Ez bawer im, ev pîrozkirin li bakurê Kurdistanê pîrozkirina 8ê adarê ya yekem e. Loma pîrozkirineke dirokî ye. Ez bi xwe di komîteya pîrozkirinê de bûm û dadgeha leşkerî ya cuntaya Kenan Evren ji bo vê çalakiyê heşt sal ceza da min û hevalên din ên ku di komîteyê de bûn.(4) Her weha cezayê 2 sal û 8 meh ji Amedê nefîkirinê û heta heta li dezgehên dewletê qedexeya kar da me. Hevalên ku ji aliyê dadgeha leşkerî ve hatin cezakirin ev bûn: Methiye Özhal, Ferzinaz Efe, Gul Dagdeviren, Fethiye Tekeş û Muzeyyen Kirkan û ez (Sabîha Otlu). Di îdaname û biryara dadgehê de hatiye nivîsîn ku me bi pîrozkirina 8ê adarê xebata propagandeya dabeşkirina Tirkîyê kiriye.(5)
Dema ku dadgehê biryara cezayê da, ez li Swêdê bûm û bûbûm hemwelatiya Swêdê. Nûçeya cezadayina me ya ji bo pîrozkirina 8ê adarê di medya Swêdê de cihekî fireh girt.(6,7) Loma ez di 8ê adara 1987ê de li Swêdê bûm axaftvana sereke ya Federasyona jinên sosyal demokrat a şaxa Uppsalayê.(8)
Dîsa di nîsana 1978ê de li Sêwregê em ji 1000 jinî zêdetir tevlî xwepêşandana li dijî axatîyê bûn. Her weha me roja zarokan a navneteweyî pîroz kir, li dijî asîmîlasyon û bindestbûna jinan me belavok belav kirin.
DDKADê rûmeteke mezin dida tevgera jinan a demokratîk û navneteweyî û xwe parçeyek ji wê tevgerê dihesiband. DDKADê di çileya pêşîn a sala 1978ê de bi munesebeta 33 salîya damezrandina Federasyona jinan a demokratîk û navneteweyî li Amedê bi rojnemavanan re civînek pêk anî û di derheqê rewşa jinên kurd û tevgera jinan a navneteweyî de agahdarî dan.
Rêveberîya awarte û 12 îlona 1980ê
Di payîza sala 1979ê de li Kurdistanê rêveberiya awarte ya leşkerî hat îlankirin. Pêşî xebata komela me hat rawestandin û paşê jî di dema cuntaya 12ê îlona 1980ê de komel bi temamî hat girtin û gelek endam û rêveberên wê hatin cezakirin.
Avakirina DDKADê gavek di cih de bû
Di sala 1977ê de avakirina DDKADê fikir û gaveke gelek di cih de bû. Di demeke kin de sempatiya ku jinên kurd ji bo DDKADê nîşan da vê yekê piştrast dike. Li pişt vê fikrê, grûbeka siyasî ya bi navê Demokratên Şoreşger hebû. Lê bi hatina cuntayê re ev grûb hem di nav xwe de bi hev ket û bû parçe-parçe û hem jî di bin êrîşên cuntayê de pelçiqî û carekdin pişta xwe rast nekir. Tevgera jinan a ku wê demê hat destpêkirin jî di cihê xwe de ma û wek gaveke dîrokî ket rûpelên dîrokê.
Wêneyê îro yê tevgera jinên me
Îro tevgera jinên kurd car bi car ji salên 70yî bi rêxistintir, girseyîtir û çalaktir dimeşe. Lê di bin rênîşandariya fikir, siyaset û pratîkeke din de. Ango ew barê ku di pirsa jinan de di dawiya salên 70î de Demokratên Şoreşger li cih hiştin, PKKê hilda ser milê xwe û îro bi sed hezaran jin bi rêxistin kirine û li dora xwe civandine. Ev tevgera jinên kurd a îro bûya dînamîka herî çalak û bi bandor a tevgera kurd a azadîxwaz. Jinên kurd îro êdî kefen çirandinê û di her qadê de îspat dikin ku bi tu awayî ji mêran ne kêmtir in. Ez bi vê asta xebata jinan gelek serbilind im. Dema ku ez di BDPê de, di şaredariyan de, di meclîsên jinan de, li serê çiyan, di zanîngeh û rêxistinên din ên sivîl de bandor û serketinên jinên me dibînim, hema ji kêfan dixwazim bifirim!
Ez bi vê kêfxweşiyê 8ê adarê roja jinan a navneteweyî pîroz dikim!
Çavkanî
1. Şeyhmus Dîken, Amidalilar-Sürgündeki Diyarbekirliler, s. 342, İletişîm Yayinlari, 2007.
2. Devrimci Demokrat gençlik, hêjmar: 2, 1978
3. Devrimci Demokrat Gençlik, hejmar: 4, 1978
4. Karar no: 1986/467, Esas no:1984/156, Dîyarbakir 1 nolu Sikiyênetim Askeri Mahkemesi
5. Heman çavkanî (biryara dadgehê)
6. Aftonbladet (Yek ji 4 rojnemeyên Swêd yên mezin): 9/12/1986
7. Dagens Nyheter (Yek ji 4 rojnemeyên Swêd yên mezin): 10/12/1986
8. Uppsala Nya Tidning (rojnemeyeke herêmî ya Uppsalayê): 8/12/1986
* Ev nivîs di kovara ZENDê hejmara bihar-havin 2011ê de hatiye weşandin.
Prenumerera på:
Kommentarer till inlägget (Atom)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar