
Sabîha
Gökhan Çetîner (Kemal)
15.05.1973 – 09.11.1994 Amed
15 salên bê te!
Belê, panzdeh sal bê te derbas bûn,
Panzdeh salên tijî keser û hêvî.
Lê tunebûna te
di dîlanên newroza Amadê de,
di sindoqên hilbijartinê de,
di berxwedanên di seranserê Kurdistanê de,
di festîwalên hunerî de,
di meşa ji Qendîlê heta Amedê de
sedhezaran, hetta milyonan vedijîne.
Êdî bi milyonan kurd di rêça we de dimeşin
û ber bi asoyên welêt stranên azadiyê dibêjin.
Mayinên vê rêyê
We bi dil û mejiyê xwe yê bi welatevînîyê mistdayî hilanîn.
Ev yeka ha,
berxwedana hestên me ya li dijî tunebûna te xurttir dike.
Em bi te û hevalên te serbilind in.
09.11.2009
Haydar Diljen