söndag 28 september 2008

Kurdên ku bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin xirabîyeke mezin bi wan dikin

TZPKurdî, Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî, di destpêka tîrmehê de konferansa perwerdeya kurdî li dar xist. 150 mamoste wek delege û 50 kes jî wek mêvan beşdarî konferansê bûn û li ser perwerdeya kurdî rawestîyan. TZPKurdî di 27-28’ê tebaxê de jî dîsa li Amedê bi beşdarbûna 60 delege û gelek mêvanan konferansa xwe ya duemîn pêk anî. Di herdu konferansan de hin biryarên ku ji bo parastina zimanê kurdî gelek girîng in hatin girtin.

Di konferansa yekem de belgeyên bingehîn ên polîtîkaya TZPê ya perwerdeya kurdî hatin pejirandin. Di konferansa duyem de li ser gavên pratîkî yên vê polîtîkayê hat rawestandin û bernameya çalakîyan hat pejirandin. Li gor encamnameya konferansa duyem û civîna çapemeniyê ya TZPê biryara gelek rêzeçalakîyan hatiye dayîn. Ji 8ê îlonê pêve dê çalakîyên cûr be cûr dest pê bikin û heta 1ê cotmehê bidomin. Ez hêvî dikim ku ev çalakî ne bes li qad, kuçe û kolanên Kurdistanê bi dirûşmeya ”Êdî bes e em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin” li dar bikevin. Her weha divê kurd bi eynî dirûşmeyê di malên xwe de jî tevbigerin. Heke em piştî çalakîyan li malên xwe bi zarokên xwe re bi tirkî bipêyvin, ne hewce ye ku em li kolanan bêjin ”Êdî bes e, em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin”.

Ez bi dil û can piştgiriya TZPKurdî û çalakîyên wê dikim. Hêvîya min ew e ku encamek ji van çalakîyan bê girtin. Ji ber ku zimanê kurdî weke nexweşekî ku li benda dermankirinê ye. Ku neyê dermankirin li ber mirinê ye. Sedema vê mirinê jî zilm û zordarîya ku dewletên ku welatê me dagirkirin e. Wan li ser kurdan hemû zilm û zordarî ceribandine, lê dawî dawî fêm kirine ku nikarin kurdan bi vî şiklî li holê rakin. Wê gavê giranî dane ser asîmîlasyonê. Ku kurd di warê ziman de bi înat û îstîkrar li ber xwe nedin dê dijmin bi ser bikeve.

Ji ber vê jî divê kurd îro, niha ji vê demê şûn de dest pê bikin li hemû qadên jîyanê bi înad û îstîkrar bi kurdî bipeyvin. Xem nake ku kurdîya mirov qels be. Ziman bi peyivandinê pêş dikeve. Ku mirov cesaret neke nepêyve dê zimanê mirov tu carî pêş de neçe. Pêşdeçûna kesayetî û kultura mirov jî girêdayî pêşdeçûna zimanê mirov e.

Heke mirovek zimanê xwe nizanibe, ew yek tê wê wateyê ku parçeyek ji kesayetîya wî/wê kêm e. Ku mirov bi xwe kurdî nizane û hewl nede ku fêr jî bibe tê wê wateyê ku zarokên mirov dê qet kurdî fêr nebin. Ew jî bi xwe re wendakirina zarokên kurd ango pêşeroja kurdan tîne.
Ku em mezin bi xwe hewl nedin ku em bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyvin, divê em bizanin ku zarokên me dê qet kurdî hîn nebin. Ji ber ku em mezin, bi taybetî mezinên ku di jîngeha zarokan ya nêzîk de dijîn ji bo wan nimûneyên berbiçav in. Wek tê zanin, zarok pir guh nadin gotinên mezinan li kiryarên wan dinêhêrin. Wexta ku mirov bi zarokên xwe re û bi derûdora xwe re bi kurdî nepêyve ji bo zarokan tê wê maneyê ku kurdî ne tiştek e û divê mirov bi wî zimanî nepêyve.
Divê em kurd baş bizanin, ku em bi zarokên xwe re bi tirkî bipêyivin, em xirabîyeke mezin bi wan dikin. Ji ber ku:

1. Kesayêtîya mirov di temenê zarokatîyê de şikil digire ango zimanê zarokatîyê di kesayetîya mirov de cihekî gelek girîng digire.
2. Mirov tu carî bi rêya ku zimanê xwe ji bîr bike zimanekî nu baştir fêr nabe. Tam eksa wî ku mirov ji zimanê xwe û kesayetîya xwe fedî bike mirov ji xwe bêbawer mezin dibe û di fêrbûna zimanekî nû de jî ji xwe bêbawer e.

Divê mirov baş bizanibe ku kesayetî û ziman weke gilokeke rîs (dezî) li hev hatine hûnandin. Mirov bixweze nexweze ji hev cudakirina wan zehmet e. Nivîskarekî fînî yê bi navê Anttî Jalava serpêhatîyên xwe yên bi êş ên ku dema wek zarok li Swêdê jîyaye wusa tîne ziman: “Kesayatîya mirov bi zimanê mirov ve hatîye hûnandin. Zimanê mirov çermê mirov e. Zimanên din ji mirov re wek cilên mirov in. Ew dikarin li mirov bên an jî neyên, wexta ku ew li mirov neyên mirov dikare wan biguhere. Lê mirov tu carî nikare çermê xwe biguhere.”



Sabîha Otlu, îlon 2008, Swêd

lördag 6 september 2008

Jînda



31ê tebaxê ji keça me Şîlan û zavayê me Mikael re keçek çêbû, navê wê Jînda ye. Tu bi xêr hatî Jînda, bi hatina te dilê me şa bû û jîyana me weke baxçeyê gulan rengîn bû. Jînda nevîya me ya ewilî ye. Min ji diya xwe bîhîstibû ku nevî pêşîyê ji zarokên mirov digirin, lê min qet bawer nedikir ku ew ê wuqas şêrîn be. Bi rasti jî wê rengekî gelek xweş da jîyana me. Ew dilê pîrika xwe ye!